Dengê asîman bigre
Dinyayê biqelişînin
Dem dema zaroktîyê ye
Çavê xwe şîn dike
Rû yê xwe bi ken dike
Dem dema zaroktîyê ye
Hêlekanek bayê maçî dike
Dil difire ji şa bû na ezmana
Herê! Dem dema zaroktîyê ye
Axê bi kulîlkan bixwemilînin
Dinya bi rehma zarokan bijînin
Dem dema zaroktîyê ye
Kena zaroka rihê stêrkan da bicirifîin
Bila mîna stêrk şewq bide
Dem dema zaroktîyê ye
Nava vî qilêrbûna cîhanê da
Ew bi zelalbûna xwe lîstikên xwe dileyzin
Dem dema zaroktîyê ye
Awirên reş ra stran tînin
Kelecanîkî dara dihejine
Dem dema zaroktîyê ye
Bila herkes bêdengî be
Bihêlin bila dilê zarokan biaxive
Dem dema zaroktîyê ye
https://1000kitap.com/dilkeviri Û
Alt tarafı bir çiçek koklayıp🌹, hayvan sahiplenip🐶, bir kaç güzel insan tanıyıp sevip gidecektik dünyadan...〽️"
"Nasıl kötü bir zamana denk geldi ömrümüz...➰"
"Vicdansızların ,sapıkların, katillerin, nefretin ,cehaletin ortasına düştük⚡.."