8 ê Adare
Dayik guhdare
Bavik li kare
Welat rengdare
Dem li buhare
Gel şîyare
Jîn hê neçare
Dilê jinê sare
Hê nebûye baş yare
Mêr ne fêdekare
Jin kuriye situxware
Dor me tijî kedxware
Kedxwar wek gurê hare
Ta li Dunyayê hebe kedxware
Dê mirovên bimînin bêçare
Ta axa, Mîr, Şêx û seyid rêdare
neyar xwedan biryar û serkare
Dê li warê gelekî mêr yek care û
jin jî ducare dimînin neçare .
Şivan Perwer