Carek ji caran rehmet li dê û bavê guhdaran, bi tevî derî û cînaran, ji xeynê dizên xiyaran. :))
Pêşî ji Yasemîn Elbanê re spasiya xwe dişînim ku çirokên me yên berê amade kiriye û di pirtûkê de berhev kiriye.. lê mixabin di pirtûkê de hinek xeletên nivîsan hebûn, ji bo min pirsgirêkek ne mezin bû, ji ber ku xwendina pirtûkê min bir cîhanek din û di nav xeyalan re derbas kir.
Dema ku hûn pirtûkê dixwînin hûn diçin zaroktiyê xwe û him kêfxweşîya zaroktî û him jî kêfxweşiya çîrokan bi hev re didome. Bawerim hûn ê pir jê hez bikin û hûn ê jî ji zarok û xwişk û birayên xwe re vebêjin. Ez dikarim vê pirtûkê pêşniyar bikim.
Çîroka me çû nav diyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran, bi tevî sêwî û bê malan, ji xeynê mişkên qulê diwaran. :)