Mafir mirov tenê carekê dimire, divê ew mirin di rêya rastîyê de bi rûmet û mêranî be.
Ji bo gihîştina mirineke hêja û birûmet, gelek west û xebat divê. Carinan bê dijwarî dergehê mirineke holê li pêş hinekan vedibe, heke xwe jê bidin paş bê şivîşk qels û bizdok in.
A ku bû sebeba rabûna Kurdan ev kitêba han e. Heger nivîsevanê wê Ehmedê Xanî têketa destê min, bila ez bênamûs bûma ku min ew deh rojan bidarvekirî nehişta.
Tirk bi ser gundên Mermend û Meydanê de digire. Xelkên her du gundan tev de dicivînin ser hev, ji wan heşt mezinan* dibijêrin, dest û lingên wan girêdidin. Du beroşên mezin tijî av dikin û didin ser agir. Dema av bi kel dikeve, lingên van her heşt mezina diavêjin paş serên wan û yek bi yek diavêjin nav ava keldayî; heta tê de dikelin. Paşê cendekên kelîyayî diavêjin ser sergoyan û nahêlin ku xwedî wan veşêrin.
Berî ku wan biavêjin nav ava kelîyayî, ji wan re dibêjin:
Hûn ê careke din nan bidin Nûh Beg?
Gundîyên reben dibêjin:
- Em feqîr in, tifingên me nînin. Nûh Beg tevî sed mêri hat û bi zor nan ji me stand. Ma me karîbû nedayayê!
Bêbavê alay kumandar holê li wan vedigerîne:
Erê em dizanin ku we bê hemdê xwe nan da Nûh Beg.
Lê ji bo ku tu Kurdên din nên nedin şerkeran, divê em we
bi vî awayî bikujin.