di sala 1841'ê de serleşkerê Tirkan bi leşkerên heyî, êrişeke tevayî da Karmilêhê. Vê êrişê pazdeh rojan bi roj û şevê dom kir û şer ji hev neqetîyan. Her di her çar alîyên Karmilêhê de qîrîn û ceng bû. Di vî şerî de ew çend Tirk hatine kuştin ku Çemê Kuskêtê rengê xwe guhert, tev bû sorxwîn. Nemaze di vî şerê pazdeh rojan de, şerkerên Kurdan hinde bi camêrî dest biribûn xwe ku serleşkerê Tirk li ber vê mêranîyê mat mabû.
Min ev pirtûk demeke dirêje xwendiye û ez dixwazim li ser vê pirtûkê çend tiştan binivîsim. Ku kengî vê pirtûkê bibînim naveroka wê wek fîlmekê ji ber çavên min re derbas dibe,Ango wek jiyana gelek Kurdan.
Nivîskar İkram Oğuz vê romana xwe, bi zimanekî hêsan nivîsiye, dema mirov dixwîne qet aciz nabe,û di nava bûyeran de winda dibe, ji ber wê jî pirtûk wek avê diherike diçe.
Mijara pirtûkê di navbera salên 1960 û 1980 de derbas dibe, di salên 60 de ti serhildaneke Kurdan pêk, nayê di wê navberê de jî dewlet qet disekine bi lez û bez û bi awayekî tundî dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê dike,û Rêwî destpê dike.
Di pirtûkê de sê kesayet ên sereke hene.
Şêx: mirovekî oldar e û karmendekî dewlemende.
Mamoste Elî Riza: Kurd e û ji bo asîmîlasyonê xizmetkarê dewletê ye.
Û Rêwî (Tajdîn): xortekî jîr,karker, zane û welatparêz e.
Her Kurdekî/ê di dema ku zaroktiya xwe de,di dibistanan de bi Kurdî axivî ye û ji ber vê jî nijadperestî dîtîye. Û mamosteyên ku perwerde daye wan, her dem zimanê dayikê ji wan re qedexe kiriye, û Kurd bûna wan dîrok,ziman,çand û hwd ji wan re xirab daye nasîn... Ji ber wê jî gelek kesan xwe winda kiriye,û bûne xwedîyê gelek bîrdoz û ji koka xwe dûr ketine. Piştre ji wan kêm kesan ji dîsa fêrî zimanê xwe bûne û di nava wê xewna kirêt de hişyar bûne. Ji bo Kurd bûna xwe bûne xwedî hişmend.(em hemû rêwî yê xwe nasînê ne)Kurd jî wek vî rêwî yê rêya xelas bûn û hişmendî yê ji xwe re digerin,da ku xwe xilas bikin.
Nivîskar di vê romana xwe de, pirsgirêka di nav civaka Kurdan de, û di heman demê de jî nakokiyên di navbera dewlet û Kurdan de bi awayekî balkêş datîne berbi çavan.
Rêwî yê me (Tajdîn) di navbera mamoste, şêx û malbata xwe de dimîne. Mamosteyê wî dixwaze pêş bikeve lê Şêx û malbata wî jî naxwaze pêş bikeve, li gorî Şêx û malbatê ew bi vî
Ey ke'ba qewmîyata min Şêx Seîdê Kal! Te... te... te zincîra dîlîya qewmê min bi zexmîya dil, piranîya zanîn û rastîya xwe qetand. Wekî şêr ku ji qefesê bi derkeve. Ev qewmê ku çarsed hindê sal in xwe ji bîr kiribû, xwe winda kiribû, bênav û bêzanîn mabû, ketibû xewa mirinê, di wê xewê de ew şêr, te hişyar kir. Neyarê ku dixwest me û navê me û zimanê me ji dinê hilîne te di destê wî de lê da û şikand. Ji roja ku te serî danîye û vir de kîjan Kurd çi bike û li Kurdistanê çi bibe hemû kurê te ne, çi ku bingeha wî xanîyî te veda û hîmê wê te danî.