Reşad

Reşad
Ez ji xwe re difikirîm Fikir ne dûr ne vala
Dengbêji
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2025 13. kitabı
Berî her tiştî divê ez sipasyên xwe nivîskar Mahmut beğik bikim ku li ser Dengbêj Reso(Resoyê gopalan an jî bi navê Resoyê muhacir tê nasîn) lêkolîneke wiha berfireh kirye. Em dikarin bibêjin ku, dengbêjî asteke wisa ye ku tenê aîdî Kurda ye. Ji ber wê jî cihê Dengbêj Reso di vir de cûda ye. Ev pirtûk berhemeke gelekî berfireh e û lêkolîneke baş e li ser dengbêj Reso hatiye kirin. Di nava pirtûkê de behsa jiyana dengbêj Reso tê kirin,dengbêj Reso jiyaneke gelekî zor û zehmet,xizan û bijan dîtîye. Li gorî hin kesan şahê dengbêjan tê nasîn lê dibe ku jî ev mijareke niqaşî ye!.. Dengbêj Reso ji aliyê dengbêjêyê ve gelekî xurt bûye û ji Evdalê Zeynikê jî perwerde dîtiye. Lê ew wê demê gelekî piçûk bûye baş nayê zanîn tiştekî wisa heye an tuneye. Lê di pirtûkê de dibêje dema hê zarok bûye ji jina Evdalê Zeynikê Gûlê re jî kilam gotiye!, hê wê demê Reso bala Gulê kişandiye ser xwe,em dibînin ku dengbêj Reso ji hêla dengbêjêyê ve di nava asteke mezin de bûye. Di heman demê de jî nêrînên hin dengbêjan li ser dengbêj Reso heye,yek Ji wan Dengbêjan jî Dengbêj Şakiro ye!,ez dixwazim wan gotinên ku Şakiro anîye ziman parve bikim, Şakiro di hevpeyvînekê de wuha behsa Reso dike û dibêje:"Ez dilşikestî me. Kurd qedrê dengbêjan nizanin û li nirxên xwe jî xwedî dernakevin. Li Tirkan binêrin! Yek Aşiq Weyselekî wan hebû û lê xwedî derketin. Wî bi hemû cîhanê dan nasîn. Lê Resoyê me yê dengbêj jî hebû. Ez çawa wî ji te re bînim ziman, ew mamosteyê me hemûyan bû. Mixabin me wî ji birçîna kuşt. Ka ji min re bibêje ez çawa derê dîwana dilê xwe yê birîndar ji te re vekim û bi te re biaxifim!" Nivîskar di vê berhema xwe de li ser kilamên Reso jî sekiniye û lêkolîneke fireh jî kirye. Di nava van kilaman de, navê kesên ku derbas dibe nivîskar ev kesana bi awayekî baş ji me re rave kiriye,
Kurdî
Şahe Dengbejan ResoMahmut Beğik · Nubihar Yayınları · 20186 okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Bangawazî ya Dr. Nûrî Dêrsimî ji bo ciwanên Kurd
Ey ciwanê Kurd ! Ey kurê milletê ciwanmerd ku te zilma sedsalan rakiriye, guh bide min! Dema ji bo mirovahiyê şeveq hilhat, tîrêjên wê yên pêşî li eniya nijada te ya serbilind da. Ew nijada tu jê çêbûye, ji derya Hindê heta bi Qafqasan, ji keviyên rojhilat ên Asya piçûk heta bi Asya Navîn li çiya û zozanên bilind ên bi tavik e. Dîroka te, dîrokeke domdar a destanên qehramaniyê ye. Ji ber ku tu zarokê milletekî yê ku ji çil sedsalî zêdetir e, ji bo hebûneke azad û bi namûs şer dike û îro jî ji vî şerî bêzar nebûye, xwe nade baş. Li ser me hemûyan deyne, em jiyana Kurdan a doh û îro ya bi firtone û barozan tijî bizanibin, çavkaniya êşên kişandine û sedemên feleketên bi serê wan de hatine nas bikin û dekûdolabên dîrokê li serê wan gerandine bi jîrî hûrbikolin. Ji bo hebûna xwe biparêze û ji bo mayîna xwe bergiryê bike, ti milletî bi qasî me nikarîbû ye demdirêj û domdar şer bike. Di dîroka me ya dûrûdirêj de ti hêzê nikaribû binketinê bi me bide qebûlkirin. Serê Kurd, mîna çiyayên wî yên herî bilind her tim berz bû û li ber ti dagirkerî xwe xwar nekiriye. Heqîqeta jiyan û mana Kurdan ev e, û îro jî heqîqeta Kurd li ser riya wê ne, ev e. Ji ber ku Kurdan dev ji berxwedana man û nemanê bernedane, binketin qebûl nekirin, biryar dane di nava refên milletên cîhanê de bimînin. Kurd ew milet in ku dixwazin bijîn û dizanin ji bo jiyanê bimirin. Ey keça Kurd, Ey xortê Kurd, divê haya dinyayê ji vê biryara te hebe! Her hebûna dixwaze bijî divê şer bike, li ber xwe bide. Her milletê dixwaze li ser rûyê dinyayê cihekî xwe hebe divê bicenge. Ev pîvaneke xwezayê ye, naguhere. Di cîhana kîmyewî, nebatî û heywanî de ev qanûneke dijwar a hebûnê ye; şer û berxwedan! Ev qanûn ji bo mirovan hê dijwar e. Nijad cinawirê dirrinde yê nijadan e. Millet ê milletan û mirov jî yê mirovan
Kurdî
Niha ez vêya dizanim Sonya, ji hêla aqil ve jî, ji hêla ruh ve jî kî saxlem be, kî bihêz be dê ew li ser însanan hikum bike. Kî wêrektir be, ew mafdar e... Kî pirtir tiştan ji xwe re neke xem ew dibe qanûndanêr, ê ku herî zêde çavsor be ew ji her kesî pirtir mafdar derdikeve... Heya niha wiha hatiye, dê wisa here jî! Lêbelê yên kor vê yekê nabînin!
Kurdî
Her tişt girêdayî derdora ku mirov tê de ye. Her tişt bi derdorê ve eleqedar e. Însan bi xwe hîç e.
Kurdî
"Min fêm kir ku ezê li bal we bextewar nebim. Ji sedem ku we hebûna jiyaneke wekî komun ji min veşart ezê tu carê we nebexşînim.
Sayfa 423·Kitabı okudu
Kurdî