Mihemed

Nezanî
Tu jana giran î, Navê te nezanî, Bê şik tu neyar î Bi hogir û yar î Yarên te neyar in Bo min wekî mar in Jehra wan a cankuj Lêvên wan ê xwînmij Millet kirin sermest Nezan dîl û bindest Qelsok û reben jar Bindestê kolîdar Ev bûne hezar sal Bê rûmet û bê al
Kurdî
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Kurdistan. Dê çêbe çiqas ku kolîdar nevê: Gelê kurd, Azadîpereste wî her azadî divê
Kurdî
Azadî, Zor xweş û şêrîn e gelek biha ye
Kurdî
Bi navê dostî û alîkarî û peyman, Dixwin bê fihêt, Malê me, erdê me, xebata me, tevî can... Vê paşiyê Rohelat, Hişyar bû ji wê xewa kambax û dirêj. Ji bo azadiyê, Keftelefteke gelek mezin dike ji mêj.. Ji her alî, Welalparêzên bi rûmet serî hildan; Her dikin bi mêrani, Şerrê kolîdarê bizdok û xulamokên wan. Her rojê ew, Bi sedan û hezaran ji xwe didin kuştin. Axa welêt a hêja, Bi xwîna xwe a pak didin şuştin.
Kurdî
Wan ji nav me, Hin dewlemendên guhbel û pîs û teres Bijartin kirin pêşeng, Ew jî wek wan kurreder, çillek û nakes.
Kurdî