Ho... xortê kurd ê hêja!
Hêviya gel û welat û welatiyên min..
Rabe bi merdî seri hilde,
Şerm û fihête ji bo te îdî nivistin.
Kurdistan, we ye gazi te dike,
Birû wek şêran biçe hewar û gazî..
Bavê te, dema mirinê
Ji te re hiști bû şûreki tûj û tazî..
Lê tenê ji ber qelsiya te
Wi şûrî giritiye qirrêj û pasik û jeng!
Di nava gelên cihanê de
Tu tenê ma ye bê nav û nîşan û deng..
Wekî mêran dest bibe xwe
Wi şûrî hilde rast û çep daweșîne,
Bend û Kemendên di dest û lingên
kurd
Agirê serxwebûna milletan,
Divê xebateke xurt û gelêr û yekrû.
Tenê bi pifkirinê vênakeve,
Jê re dixwaze gelek êzing û ardû..
Ardûyê vî agirê han,
Divê em bin, ho.. kurdên camêr û bi
rêmet!