Berî herkesî ala xwe hilda
Tev leşkerê xwe Ceneral Îhsan
Lê dema felek berî jê guhart
Dakete Îraq vala hişt meydan.
Piştî wî rabû Șer Seîdê kal
Tev eşirên Kurd daket ji Pîran
Kurdistan tucar nayê sitandin bê west û
xebat
Kesê ne êșî ma qet dibînî azadî, felat?
Armanca kurd e ji bo azadî di qadê mayîn
Kî vê nexwaze ji bo gelê Kurd ew dibe xaîn
Digotine wan: ji bona îro bi navê kurdan, Divê hûn nekin di vî welatî tu peyv û dozan,
Kurditîya we, alîkarî ye ji bo kolîdar,
Ger hûn vê bikin dibin xulamok di destê
neyar...
Bi vê gotinê hatine xapîn ew kurden bîrbir
Doza kurdîtî di dilê wan de bi carekê mir