Gelek dikêşin bi dilfirehi zînata neyar!
Ji lewre em bûn kole û kolî ji bo kolîdar..
Lê ji bona hev gelek jêhatî wek baz û piling,
Bo hilweşandin hemî şareza wek tevr û
kuling.
Çiqas bextê me reș û kirête di nava cihan!
Nemane bindest pepûk û reben ji xeynî
Kurdan!...
Ji bo azadi hemî şerr dikin çi reș û çi zer, Heya bi Mawmaw ji bindestiyê derdikevin
der.