Dewletên netewî yên tirk, fars û erebên Iraq û Suriyê bi îdeolojiyên nasyonalîstî û şovenîstî herîk hêrişbirîna ser kurdan û ji navbirina kultura wan bûn, da ku bi vê rêyê pênas û yekbûna neteweyî ya welatên xwe biçespînin. Bi dirêjahî wê maveyê de ziman û kultura kurdî rûbîrûyê hêrîşên dorfireh ma. Zimanê kurdî, wek zimanê xwendin û nivîsîn, ji xeynî çendîn herêmên Başûrê Kurdistanê (herêmên wek Silêmanî, Hewlêr, hinek navçeyên Kerkûkê ) herdem hate qedexekirin.
39
Piştî vê proseya sedsala şanzdehem, di destpêka sedsala heftehem de zimanê kurdî, diyalekta goranî, di navçeyên din ên Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, li saya desthilata Erdelaniyan de bi rêya şi'rê ve derket. Şairên wek Mewlewî, Besaranî, Xaneya Qûbadî... hwd bi vî rengî zimanê edebî şi'rên xwe pê nivîsîn. Lêbelê di destpêka sedsala nozdehem de ev şêwe zimanê edebî lawaz bû. Li Başûrê Kurdistanê de û li sayeya desthilata binemala Baban li Silêmanî şêwe zimanekî din ya edebî, dîsa wek şi'rê ve derket ku di destpêkê de şairên wek Nalî, Kurdî, Salim û Mewlana Xalid şi'rên xwe pê nivîsîn û îro roj bûye şêwaza zimanê edebî li başur û rojhilatê Kurdistanê de zimanê nivîsînê ye.
Di sedsala şanzdehem de, li sayeya mîrnişîniya Botanê de diyalekta kurmancî wek destpêka zimanê edebiyatê serî rakir, Melayê Cizîrî û paşê Elî Herîrî û Xanî bi vî zimanê edebî şi'rên xwe nivîsîn. Dema osmaniyan desthilata xwe bi ser wê bêşa Kurdistanê de çespand, rêya gêşkirina vî zimanê edebî têkda û nekarî di herêmên dîtir ên Kurdistanê de berbelav be, ev zimanê edebî heta dawiya sedsala nozdehem derneket.
Zimanê kurdî bi hilberandina helbestê ve ji zimanê peyvînê derketibû bûbû zimanê nivîsê, bîrkirin, raman û derxistina hestên mirov û selmandina taybetmendiyên kulturî û xwe-cihêkirina ji yên dîtir. Mirovê kurd bi rêya şi'rê ve tenê cihana xwemalî, hest û tirs û bîra xwe beramber bi jiyan, bûn, li xwe de dernebirî, di heman demê de taybetmendiyên xwe, wek bûneka kulturî ya ciyawaz jî yê dîtir derxistiye.