Ew rewşa piştî şerê Cîhanê yê Yekem, dijwariyên nû bo kultura kurdî astengî derxist û diwareka mezin ya kulturî di navbera bêşên Kurdistanê, bi taybetî jî di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, durist kir. Herwiha Kurdistan bi tevahiya ji cîhana derveyî, Ewrûpa, hate birîn û derfeta vê yeke tûnebû û tuneye ku rasterast bi bîr û kultura Ewrûpa û cîhan ve hebe, wek kultura ereb û fars, metirsiyên hêrişên kulturên derekî yên rasterast ji kulturên welatên kolonyal ên Ewrûpî ve rûbirû nemaye, bereks hêriş ji kultura dewletên nasyonal ên ereb, tirk û farisan hatiye.