demsal dawiya gulanê ye
kesk brîndar e Gulê
bêhna gîhayê brîndar tê ha! li derdora bajêr
gîha zer
gîha esmer
sî şêrîn, ba şêrîn, tu şêrîn dicemide pûşper
ax Gulê! min bêrîya dayê
min bêrîya çolê
min bêrîya Dara Tawîyê ya pêşîya malê
min bêrîya zaroktiyê
min bêrîya xwe kirîye lêê
ax Gulê! tu herî
li vî bajarî li vî metropolî
wê bêhna beratê bê...
-mahmut gören