Mem Aryen

Mem Aryen
@Mem_aryen
Yên kû dilên wan bi agir û bengîniya serkeftinê dişewitin encax dikarin bi me re bimeşin...
Parêzer
ZRN
102 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı
Şu anda okuduğu kitap
Hevalno ez dixwazim tiştek ji we bipirsim. Hûn di jiyana xwe ya rojane da qertafa pirjimariyê (-an) çawa bi kar tînin? Ez ji Bazîdê me û li Serhedê gelek bajar geriyam. Li her derê wek -a bi kar tînin. Bo mînak em dibêjin "Min hevala dît" nabêjin hevalan. An jî "Ez ji zaroka hez nakim." nabêjin zarokan. Li cem we çawa ye? Hûn dikarin binivîsin?
Kurdî
Mem Aryen isimli okura yanıt verildi
Mem Aryen
Spas xweş Serhevde 🙏
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Hevalno ez dixwazim tiştek ji we bipirsim. Hûn di jiyana xwe ya rojane da qertafa pirjimariyê (-an) çawa bi kar tînin? Ez ji Bazîdê me û li Serhedê gelek bajar geriyam. Li her derê wek -a bi kar tînin. Bo mînak em dibêjin "Min hevala dît" nabêjin hevalan. An jî "Ez ji zaroka hez nakim." nabêjin zarokan. Li cem we çawa ye? Hûn dikarin binivîsin?
Kurdî
Mem Aryen
Brêz hevoka "min hevala dît" rastiya wê "min heval dîtin" e. Wekî din nivîskî "an" tê bikaranîn.wek mînak " ez ji zarokan hez nakim" Lê li gelek hereman di devkî de ev qertafa "an" dibe "a".
TÊLÎ
Gidîno gava ez dimirim bibêjin Têlî Ez dişuştim bibêjin Têlî Kefen dikirim bibêjin Têlî Serê min dane ber tawan û şidêdan bibêjin Têlî Dame ser daran û darbesta bibêjin Têlî Bi rê xistin bibêjin Têlî Berê min dane qebr û qebristanê bibêjin Têlî Danîme qebra reş û tarî bibêjin Têlî Suwala akir nekir da bibêjin Têlî Tijî li ser çavê min axa sar dikirin bibêjin Têlî Pişta xwe bi min da dikirin bêjin qîza 14 salî, bûka rûbixêlî Heft salî da berdilka dilê min bû Tozek axa sar ra bû berdêlî
Rûpel 199
Kurdî
B. isimli okura yanıt verildi
Mem Aryen
Ez dizanim û dema ez hîn bûm jî min got xwezî min çîroka wê nizaniba; Têlî keça Beg'ekî navdar û dewlemend e. Bi saloxa têlî pir ne bedew e û ji ber ku kismetê têlî vebe Beg fermanê dide û dibêje bila dengbêjên herêmê klaman bavêjin ser têlî û bi saya kilaman kismetê têlî derbikeve. Û ev klama têlî jî li gorî gotinan bi vî awayî dertê. Lê li gorî min; ev gotinên watebiha,zêrîn û efsûnî qet nabê ku ji tiştekî wiha derketibin çimkî ji serî heta binî hest û hêvî barkirî ne. Gelek kes dibêjin Dengbêjê ku avêtî ser têlî ev Dengbêjî ji bo hezkirîya xwe efirandiye û bi navê têlî belav kiriye lê ev yek jî ji min re rast nayê. Anku ez bawer nakim gotinên wiha hêst barkirî di encama bûyereke wiha de derketibin. Ev rast be, ez ê timî baweriya xwe ya li bara evînê wenda bikim:)
Carna hin heval ji min dipirsin ku tu çima peyvan dubare dikî (wek tişt mişt, roj moj hwd) Sebeba vê nizanim lê li bazîdê gelek kes wiha diaxivin. 😁 Tê gotin rojek ji rojan kurdek ji bajarekî din hatiye bazîdê. Dîtiye ku her kes zimanê axaftinê da gelek peyvan dubare dike. Yekî dibîne jê dipirse. Dibêje: Hûn Bazîdî çima wiha diaxivin? Çima dibêjin tişt mişt, pere mere hwd? Bazîdî dibêje abê dev ji wan berde ew cahil mahil in. 😂
Kurdî
Mem Aryen
Wî Abê qurbanî xwe kuştiye heya wî jê nîn e:) Serhevde te jî dest bi henek menek'a kiriye naxwe.dfsf
Ez Mensûrê Hallac bi bîr tînim...
Na, ev qet ne heqanî ye belam tişta ku cîhan veguherand Dojehê, bendewariya me ya li ser pêwîstkirina wê ya ku mîna Bihuştê be ye. ~~~~~~~ Hayır, bu hiç adil değil ama dünyayı Cehennem'e çeviren, onun Cennet gibi olması gerektiğine dair beklentimiz.
Sayfa 12 - Madison Spencer·Kitabı okudu
Kurdî
Mem Aryen
Gotineke Mensûrê Hallac li ser vê mijarê heye.dibêje; "Çima mirov pêşî vê cîhana Bihûştî dizîvirîne Dojehê Paşê jî ji ber ku biçe Bihûştê tedikoşe."