Şagirtino, hevîya welatê mino... ji bîr mekin,dan û standina dengbejekî û peyv û gotine mîna dan û standina neçîrvanekî û neçîre ye. Neçîrvan dive
hay ji rewşê û hal û hewalê dinê hebe: şop hilde, li şopê hûr be, xwe bide pey neçîra xwe û we bigire. U gava ew neçîre digire, dilovanî û nefsbiçûkî je kem nebe... Dengbejekî jî divê weha be. û hûn dizanin,gelo neçîrvane herî yekta kî ye? Ew kes e ku dizane riya neçîre ji kû dere û xwe bi we riye digire û dere li
benda neçîre disekine da ku neçîr bi xwe were...
Hûn dive xwe bigihînin vî qatî. Hûn dive peyv û gotine bibêjin bi hostehî da ku gotin bi xwe were ber we bi rez û rezdarî
Dinya çerx û felek û dolab û dewran e. Bayê felekê ji wir de te, di vir re diqulipe. Îro şahî û şenahî, sibe nalîn û şîn e. Dinya, dinyeke kambax e, namîne ji tu siltan, hakim, beg û mîran re. Rind
zû derin, xirab singe xwe dadiçikînin meydana dine û dimînine.
Ew dengbejê welet bû. Bi dengê
wî çiya dihejî, birûsk digurî, ava golen girtî û geni diherikî û pelên daren behîf û hinaran heşîn dibû.Ew merive civat, dîlan û govendan bû. Wî bi denge
xwe birînen birîndaran dicebirand, dile bekes, bî û sewiyan germ dikir, xewn û xeyalen keçen destgirtî û qelindayiyan dineqişand. Ew ne bi tene dengbeje
merivan, herweha dengbeje teyr û tilûr û heywan û rawiran bû. Bi denge wî kerîyen pez diçûn çere,keriyen xezalan bere xwe didan ava Mirad û Firadê,
refên teyr, bet û qulingan xwe li zozanan digirtin.