Gotina min a dawî ev e; umre çûyî venagere, risqe çûyî naye dewsê,dewr û dewrana bihurî bi eynî rengî li me venagere, awaz û olana dengê windabûyî rengareng e.
Sala par vê çaxê, ez Evdalê Zeynikê bûm
Ez şah'ire dine bûm,
Şalûre erdê bûm,
Bilbile ber perê rojê bûm,
Dengbejê mîrekî welatê kurdan bûm.
Di hidûdê Ecem de rûnişti bûm,
Mêrekî çê bûm, siwarê hespê bûm
Aşiqê pelê Gûle bûm..
Eger ev gotinen kurdî nebûna,
min e çi bikira? Ma eger jîna min bi stran, kilam,dîlan û gotinen kurdî nehatiba risandin, ez e nebûma dîn û neketima çolan?.. Ew nan û ava min in, heval û hogiren min in, yara min in. Ew her
tiştê min in. Ji wan pê ve tu kesê min tune.