Serhevde

Çend sal berê. Li xerîbîyê xwendekar im. Cînarekê me hebû. Hakan Abê. Ji Mêrdînê. Di zarokatîya wî da gundê wan şewitandine û ew jî bi mecbûrî gund gundîtî koçî Antalyayê kirine. Şev e. Şeveke dirêj ê zivistanê ye. Em li mala Hakan Abê ne. Ez, 2 hevalên min ên Kurd, 2 tirk, Hakan abê û 2-3 hevalên wî. Me zikê xwe têr kir. Şeva xwe derbas kir. Saet tê 4ê berbangê. Her kesek ketîye halê xwe. Hin kes ji ber alkolê, hin kes jî ji ber xewê serxweş bûne. Deng ji kesî dernakeve. Hin kes ji xew ra diçin, hin kes serê xwe kirine telefona xwe.. Yek jî tiktokan temaşe dike. Pişt ra di telefona ew kesê ku tiktokan temaşe dike dengek bilind bû. "Çawa sebra te tê Tu bi ser min da netê Welatê Xurbetê Ez mame bi hesretê" Me hemûyan serê xwe rakir. Li telefona wî nêrî. Hinekan cixareyek sor kir. Hinekan gulmek li bîrayê xwe xist. Nizanim wê şevê ew stran çend caran di ser hev da lêxist.. Stran bê klîb bû lê her kesek bi hêvî û xeyalên xwe, di hişê xwe da xwedî klîbek bû. Yek ji wan ên tirk pirs kir got ew çi stran e? Hûn hemû cemidîn û guhdar dikin. Yekî gulmek ji cixareya xwe xist û got "Anlayamazsın" :) youtu.be/BIPc3a-xbnA?si=...
Kurdî
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Bira yeke fenanî Seraya Mamed Axa dosta merû be Tajîya merû beza be Hespê merû sertacê hemû hespa be Tivinga merû sertacê kulî sîleha be Meriv sekvan be Nêçîrvanê serê çilan û çîya be Tim û tim cara li dû kêrgûya be Gelî gundî û cînarno dosteke fenanî Seraya Mamed Axa dosta merû be Merû li civatê mezin li nav heval û hogira da rûnê Meth û pesnê dosta xwe bide ji xwe ra pê bifire
r.389
Kurdî

Serhevde

, 2025 okuma hedefini ekledi.
2025 OKUMA HEDEFİ
3/5 kitap - %60 tamamlandı
3 kitap okudu
5 kitap
1.111 sayfa
0 inceleme
20 alıntı
Gava hevalê te ker be, bila gotina te nerm be.
Kurdî