Nivîskarê fransî Andre Gide li ser nivîsandina bîranînan gotîye, "nivîsîna bîranînan xelaskirina tiştekî ji destê mirinê ye." Camêr rast gotîye, bi rastî jî were ye, meriv serpêhatîyên xwe, bîranînên xwe nenîvsîne ewê bi meriv ra herin gorrê. Lema jî meriv ji destê mirinê çi bike baş e i, li kara meriv û tarîxa miletê meriv e.