Jina Behlûl beriya wî pênc mêrên din kiribû û serê her pênca jî xwaribû. Behlûl yê şeşan bû.
Rojêke Behlûl jî nexweş dikeve, jinik li ber serê wî rûdinê û digirî, dibêje: "Behlûlê ezîz, piştî xwe tu min dispêrî kê?" Û li xwe dixe û digrî. Behlûl ji nişka ve serê xwe radike, dibeje: "Ezê te bispêrim yê heftemîn!"