Ger min ji te heznekira
Min navê te jî nedianî bîra xwe
Min hemû bîranînên xwe
Rêya te
Strana te
Hezkirina te, minê li xwe heram bikira!
Tu şîrê dayika min
Ax, agir û nanê tenûra min
Û gula jiyana min î
Di gorê de jî ezê ji te hez bikim
Bêdeng
Û li benda hatina te bin!