Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.
Ez pîr bûme.Di derxika canê min de çil buhar bişkîne.Qurma bedena min çil zivistan ditîne.
Bilûra min a şîrîn
Tu di sariya sibê de û hingûra êvarê de
Hevalê bêhevalan
Destbirayê şivan û dilketiyan î
Dengê te hêstirên dilê xemgînan
Silava ji hev veqetiyan
Girîn û zarîna dilketiyan
Tîne bîra min
Bilûra min
Tu yî xemrevîna terkeserên dinyayê
Dengê bilûra min
Çiya û zozanên bilind in
Kaniyên bi gul û rihan dorgirtî
Guhê şkeft û serê zinaran
Guhdarên te ne, bilûra min
Û sira bayê xerbî
Te di nav pelên darê de digerîne
Bilûra min
Were em ê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin
Bibin cîranê bayên xurt
Hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman
Tê de dengê xwe berdin
Zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan
Û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne
Pêlên ava heftrengên xemzebaz
Nalîna me bigehîne deşta Sirûç û Dîyarbekirê
Û kalîna berxan tev şehîna hespan
Li me vegerînin
Bilûra min
Bilûra min, bilûra min, bilûr, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min, bilûra min