Sîyajin

Sîyajin
@Siyajin_721
Cegerxwîn
Cegerxwîn Bes Eger pîr û eger mîr û eger beg, Çi Eyûbî, çi Merwanî, çi Bermek. Hemî çûne, belê em mane nêçîr, Ji xwe dijmin li pey me her wekî seg. Dijîn em her li ser şax û zinaran, Kevir balîf e bo me, qad e doşek. Bi lêdan geh, bi kuştin geh bi talan; Li çolan em dibazin hacî legleg. Serê mîrê mela û şêxên Kurdan, Bi çoganê demê ew dane ber şek. Ceger xwîn bû bes e rabin bibin yek, Heger mîr û eger pîr û eger beg.