Min dixwest gelek tişt li ser vê pirtûka nivîsvanê gelek mezin Helîm Yûsiv binivîsim, lê gewrîya min ziwa bû,
gotin di qirika min de asê man...
Ez tî me ,tî
Wîjdan;kurte-çîrokeke xweşik,lê di nav rûpelên zer ên kîtabeke kevnar de jibîrbûyî.Wîjdan;sonateka nermik û melûl,lê li ser piyanoyeka bi torên pîrhevokan rapêçayî û sonata mûsîknasekî kal,tenê û jibîrbûyî.Wîjdan;bîranîneke nezelal ji rojên rabirdû,mûyekî şikestî ji firça wênekêşekî dîn.