Wîjdan;kurte-çîrokeke xweşik,lê di nav rûpelên zer ên kîtabeke kevnar de jibîrbûyî.Wîjdan;sonateka nermik û melûl,lê li ser piyanoyeka bi torên pîrhevokan rapêçayî û sonata mûsîknasekî kal,tenê û jibîrbûyî.Wîjdan;bîranîneke nezelal ji rojên rabirdû,mûyekî şikestî ji firça wênekêşekî dîn.
Mûsa qewmê xwe girt û li ava sor ket
Me jî daye pêşîya ehlê xwe û
em bi çiyayên xwe ketine
em bi zozanên xwe ketine
Ev Zozanên me
Bi qasî bêhna Xwedayan fereh in
Ji bo jiyanê gav divên.Nûbûn,guherîn,daxwaz û jîyaneke birûmet gavên nû,tevgerên nû divên.Hinekî xurtî,hinekî xîret,hinekî cesaret divên.Girtî,tirsok,kole,diranên çerxeke xoftijî nikarin gavên nû bavêjin,tevgerên nû bînin pê,mijarên xwe ji qeyd û zincîrên tirs,xof,şerm,pîvan û qayidan rizgar bikin û rizgar bibin.