Dibêjin; mirî heta serî li kevirê hedê nekeve, nizane yê mirî ew bi xwe ye.
Lê di jiyanê de jî mirov dikevin rêkê nizane yê xelet ew e. Heta rojekê pê dihise, êdî dereng dibe gelek cara.
Lê pêşiya gotiye; meriv ji ku dera xisarê vegere; kar e!
Piştî kîjan zivistanê bihar nehat?
Kîjan tarî negihîşt ronahiyê?
Kîjan birîn qalik negirt?
Dilê ku bi kederê were hevîrkirin helbet wê bigihîje bextewariyê, mîna axa ku digihîje avê şitilekê dide...