Îd e û herkes ji dîldara te lê pîroz e 'îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be'îd
Tu j'Melayî her bipirs esrarê 'işqê hel dikit
Vê mu'emmeyê çi zanin sed mela û muste'îd
Melayê Cizirî
yaran wesyetim eme bê latan
herçen kewtûme dure willatan
tenya gorrekem le rêy xêllan bê
nizîk hewargeu caf u goran bê
kêlêkî berzîş beqed ballay şem
lê jûr serim bê, bê zyad u bê kem
binusin be xwên cergî ser kirdûm
kê min be tîrî destê şem mirdûm