Gulê! !
Dotmîra kulîlkan, mirariya parîzan serrewşa bihnûniyan tu î!
Tu şehmerşaha delalan, bihna buhar û paîzan çelengiya bûk û bûkan î.
Rengê te çak, bihna te pak şiklê te nazdar çermê te nerm e!
Serê memikan gotina keç û spehiyan, ruhniya deng û stranan tu î.
Di ezmanê kûlîlkan de roj tu î, bûkîkên te stêr in.
Her kes hêj te dike.
Gulê! Dezgîr tu î, bilbil dilketiyê te ye. Lê tu hêj wî nakî. Tu wek keç û jinên bajaran dilkoçer î.
Tu axafinke bêdeng, lavijeke bê awaz sazeke bê meqam î Tu wek dev û lêvên dezgirtî û periyan sor û şêrîn î.
Her kes hej te dike.
Gulê! Bilbil digirî û lavelav dike û dibêje te:
- Were.. were ser singê min, e gorî te me, textê pêsîra min e, li ser pêsîra min de rakeve, ezê bibim dergûşa te û ji te re serêlok û pehîzokan bibêjim.
Tu dikenî, guh nadî wî ew digirî!
Tu dezgirtiya pîr û ciwan, jin û mêran î.
Tu qesra kulîlkan de sultan î. Benefş, beybûn, gulnexwîn, rehan cariyên te ne. Mêvandara buharê û strana bihn û reng tu î.
Dildiziya Zîn û Mem tu î; Leyl û Mecnûn berdevkên te ne.
Her kes hej te dike.
Îşev şev e, bi şev e
Dê digirî tirba xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û singjar im
Bê welat û bêbajar im
Erdê xwe re ez heyran im
Birindar û bêderman im
Ji kurdan re ez qurban im
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im
Bêxweyî me ez tinê me
Yek ji camerên dinê me
Ji bêbextî ez ketî me
Dilketî me û singjar im
Bê welat û bêbajar im
Îşev şev e şev bi şev e
Bavê min tê gora xwe ve
Heyiv derket stêrka xwe ve
Dilketî me û sîngjar im
Bê welat û bêbajar im