Neviya Şêx Seîd

Neviya Şêx Seîd
Belomee
Dil kuştiyê awirên çavên wê Dîl girtiyê reşmûyên çavên wê Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn Li hember min rabe ser xwe weke roj Ji ber sîngê cana min de ket bişkoj Navzirav rû gulav ser dilav Yarê ez kuştim li min nabê êvar Derman çi ye kes nizane bes yar Renge rû tarî mû rinde rû Min dil daye buhayên du sêvan Min can daye buhayên du lêvan Dev li ken, lêv û çen, xweş beden Cegerxwîn
Kurdî
Reklam
Germiya xwîna te ji çavên te xuya! Delala min tu dar î ser berf û çiya Li çavên te ên kesk mêrg û pariz hene, Li dengê te ê nerm, girînên ziz hene Dilê min hêlîn e, zend û destên min text Jiyîn û xweşî yî, tu î armanc û bext Diroka spehîtî , bin lingê te de mir Nijde zêr û ziîv te dil û can talan kir Ez bibim destê te de piyale û piyan Tu bibe ji min re dotmîr û sermiyan Ser û serek bibe em gî peyayên te Tu ewr û ezman bibe em çiyayê te Germiya xwina te ji çavên te xuya Wek Heyvî delalê!!! Bi ser berf û çiya Kamiran Ali Bedirxan
Kurdî
Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêrnedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nermeba ye Û şûreê min çiqlê dareke riziyayî Mihemed Omer Osman
Kurdî
Jiyan qedîfe ye ez jî gula li ser im
Kurdî