Çi wiha dike ku mirov ji welatê xwe veqete? Ji bajarê xwe, ji tax û kolan û kuçe û cadeyên bajarê xwe veqete? Ji malên wî, ji deriyên malan ku ber bi hewşeke piçûk û darek du darên biber ve tên vekirin; ber bi mêwekê ku liq û şax û pel û hersimê wê bi ser erzêla nizm û çemiyayî de belav bûne.
Bîranînên Helaleyê, mîna xewnên wê rengîn bûn. Di xewn û bîranînên wê de, hertim rengek serdest bû. Zer, kesk, hêşîn, sor, qehweyî... hemû esmerokî û zingargirtî, hemû kevn, wek mijeke rengîn ku her tişt û her kes li xwe girtibe, wek moraneke tenik û zingargirtî ku digire ser wêneyên kevn.