welat

Puan vermedi·129 syf.··
2022 8. kitabı
·
10 günde okudu
·
Okunma: 11 Mart 2022 22:22
Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne. Nagina bi cil û bergên xwe bi tevgerên xwe ji Behram re wekî keseke cuda tê ku ne ji vê malbata oldar be. Bi dîtina Nagîna yê dibin hişê Behram de fikrên cuda çêdibin fikrên gunehkariyê. Ev xweşikî û tevgerên Nagînayê hişê Behram ji serê wî dibê, û li cihê ku lê Nagînayê temaşe dikê li wir bêhiş dikeve. Çîrok bi bêhiş ketina Behram destpêdike. Behram diçe zeman dinyayeke din. Behram tî dibe û dide pey Nagîna yê. Û bi awayekî Nagîna winda dibe. Di vê rêwîtiyê de Behram rastî Mekrûs kalikê Nagînayê tê. Mekrûs çîroka xwe û malbata Lûlûxan ji Behram re vedibêje. Mekrûs Efendî, Behram dibe cem Ehrîman. Ehrîman çîroka afirîna mirovan û behsa çîroka Adem û Hewa dike. Ehrîman behsa serboriya di nav xwe û Xweda de dike ku çewa ji aliyê Xweda de hatiye nalet kirî. Ji van çîrok û bûyerên ku Behram ji Mekrûs û Ehrîman guhdarî dike Behram dibe wekî mirovekî din û ji hemû ol û baweriyan dûr dibe. Ku Behram tê serhişê xwe tiştên ku dîtiye hemûyan bi malbata Lûlû Xan re parve dike. Û her wisa dev ji xwendinê berdide. Behram di afirîna mirovan de Xweda wek gunehkarekî dibîne û heta dawiya emrê xwe vê gunehkariya Xweda ji kesên ku lê rast tê re dibêje lê kes ji wî bawer nake, guhdarî lê nakin. Di vê pirtûkê de her lehengekî çîrokek wî a bi bandor heye. Çirok di nav çîrokê de zelal dibe. Zimanê pirtûkê wekî pirtûkên nivîskar ên din zimanekî sivik û herikbare. Mirov di pirtûkên Hesenê Metê de tehmeke cuda dibîne. Bi ya min bê ferq divê
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Peywend · 021 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Puan vermedi·200 syf.··
2021 6. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 11 Şubat 2021 00:55
Mihemedê Hacîzade, meleyekî xelkê Tehranê, temenê wî derdora 45 salan ji ber fikrên xwe, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê hatiye "xelî lîbaskirin" ji meletiyê tê dûrxistin. Mihemedê Hacîzade ji ber rejîma Îranê direve tê Parîsê daxwaza mafê penaberiyê dike. Ferhad wênesazêkî kurd e, û ji Hewlêrê ye, ew jî ji ber şer û pêvçûnên li welatê xwe bêçare dimîne û tê Parîsê mafê rûniştinê digire û dibe hemwelatîyê Fransa yê.Li Hotêl Auropa kar dike û wênesaziyê dike, wêneyên ku çêdike li galerîyan difiroşe. Monsieur Luciana bi eslê xwe cihûyekî Portekîzî ye. Mal û serweteke wî yî pir zêde heye, xwedîye Hotel Europa û çend hotêl, apartman û dermanxaneya ye û akademîsyenî yê jî dike. Lehengên sekereke ên romana me ev her sê kes in. Vebêjerê romanê Ferhad e.Roman bi piranî bi diyalog û monolog ên ku dinavbera van her sê kesan derbas dibin de hatiye honandin. Ferhad li Parîsê Mihemedê Hacîzade nasdike û dostanîyek dinavbera wan de heye. Ji ber bêçaretî û hejartiya Mihemedê Hacîzade, Ferhad hertim dixwaze alîkariya wî bike û jê re karekî bibîne Hacîzade ji ber ku hemwetîtiya Fransayî negirtiye karekî baş ji xwe re nabîne û li lokantayan firakşotiyê dike. Bi xwestina mêrikekî fransî yî pîr bi pereyekî zêde pê re homoseksuelîyê dike.Ku ev merik dimire Hacîzade carek din bêkar dimîne û li kafeyan falbêjîyê dike. Ji bo çar mehan Ferhad ji hotêlê vediqete û Hacîzade li şûna xwe de dixe karê hotelê. Jiber ku Hacîzade pir dişibe Monsieur Luciana ew pasaporta xwe bi hev diguherînin. Luciana bi pasaporta wî diçe Îranê. Hacîzade meleyê Îranî ji bêçaretîyê ji kesayeta xwe dûr dikeve û tiştên ji îslamîyetê dûr dike. Penaberî wî ji nasnameya wî ji çand û exlaqê wî dûr dixîne. Ev kirinên wî zor û zehmetiya penaberîyê nîşanî mirov dide. Monsieur Luciana patronê Ferhad xwedîyê Hotêl Europe.
Kurdî
Hôtel EuropeFerhad Pîrbal · Avesta Basın Yayın · 201254 okunma
Puan vermedi·352 syf.··
2021 3. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 16 Ocak 2021 22:08
Kurtasîya Romanê Muzeferê Subhdem ji aliyê rejîma Iraqê bîst û yek salan di zindanê de dîl têgirtin.Seryasê Subhdem kurê Muzefer beriya ku bavê wî bikeve zindanê, ji dayik dibe. Weqta ku ji dayik dibe diya wî dimire. Gava ku bavê wî dikeve zindanê Seryas emanetî hevalê xwe serokê şoreşê Yaqubê Sinewber dike. Di şoreşê de du zarokên Yaqûbê Sinewber ji jinekê çêdibin diya wan jî dimire, ji ber ku ev zarok nemeşrû ne Yaqubê Sinewber van her dû zarokan dixwaze ji xwe dûr bixe. Bi navê Seryasê Subhdem her dû zarokê xwe û Seryasê Subhdem dide mêrikekî û dixwaze mêrik wan bide sê malbatên ji hev cûda û ji hev dûr. Mêrik wekî nîşane sê hinarê ji şûşe ji bo zarokan çêdike ev nîşane ji bo dîtina wan ji Muzeferê Subhdem re dibe rêçek. Muzeferê Subhdem ku ji zindanê derdikeve dixwaze kurê xwe bibîne. Bi alîkariya Îkramê Kêw xwe digihîne Seryasê yekem. Lê Seryasê yekem ku ji alîyên hevalê wî û zarokên bêkes ên bazarê wekî Profesorê Erebokan û Marşal tê binavkirin ji aliyê polêsekî hatiye kûştin. Muzeferê Subhdem jiyana Seryasê yekem û Mihemedê Dilşûşe ku hevalê Seryase ji Xwişkên Spî (Şaderya û Lavlak bi peymanekê heta dawîya jiyana xwe, xwe û Seryasê Yekem wekî xwişk û bira dibînin) û hevalên Saryas ên bazarê hîn dibe. Saryas û Mihemedê Dilşûşe ji zaroktiyê ve hevalên hev in. Bi hev re di sînor de mayin û bombeyên ku di şer de hatine bikar anîn top dikin û difiroşin. Karekî zehf talûkeye lê bê xetere derbas dikin wan salan. Pişt re tên bajar û jiyana xwe di nav zarokên bazarê de derbas dikin. Ji ber zanebûn û jîr bûna Seryas zarok wî wekî rêberê xwe didîtin. Di dawîyê de jî Seryas ji bo wan li hember polêsan radibe û tê kuştin. Mihemedê Dilşûşe rêhevalê dilpak, xwediyê mifteyên deriyên xeyalî. Di şeveke baranê de lehî wî dibe ber deriyê Xwişkên Spî bi
Kurdî
Hinara Dawî Ya DinyayêBextiyar Elî · Avesta Yayınları · 202082 okunma
Puan vermedi·292 syf.··
2021 1. kitabı
·
10 günde okudu
·
Okunma: 01 Ocak 2021 19:44
Dağ Kavmi otuzlu yılları, Batman, Bitlis, Muş üçgeninde ki Garzan(Xerzan) bölgesinde Kozluk ve Sason dağlarında patlak veren isyanları belgesel niteliğinde anlatan bir bir roman. Romanın baş kahramanı Kendo aşiretinin lideri Teterê Badık tır. Teterê Badık ve Mala Elî'yê Unis' ın devlete karşı Sason dağlarında verdikleri mücadele ve zorlu yaşamları anlatılır. İsyan gibi bölge halkının devletten gördüğü katliamlar ve adı isyana karışan direnişçilerin ailelerinin bölgeden Anadoluya sürgünleri, sürgün edilenlerin sürgünde karşılaştıkları zorluklar da dikkat çekicidir. Bu bölgede yani Mıntıka-i Memnu’da, direnişçiler için iki çeşit infaz vardı. Birincisi müsademe sırasında öldürülmek, diğeri ise yakalandıklarında. Yakalanan direnişçiler hiçbir zaman asılmaz ya da kurşuna dizilmezdi. İlle de kafaları kesilirdi ve kafası kesilen kimi direnişçilerin kellesi, ibret-i alem olsun diye, sokaklarda, milisler tarafından bir mızrağın ucunda dolaştırılırdı genellikle. Romanın kahramanları: Teterê Badık: Romanında baş kahramanıdır, daha genç yaşta Kendo aşiretinin lideri olmuştur.Teterê Badik askerlik yapmak istemeyen, vergi vermeyen bu şekilde yaşamı sürdürmek için ovaya inmeye, yerleşmeye yanaşmayan, devletle bu çerçevede mücadele yürüten, ömürü devlete karşı direnişle Kermelêh dağının mağaralarında geçen asi bir direnişçidir. Abdurrahmanê Elî'yê Unis: Teter gibi askeriyeyi çok uğraştıran siyaseti de iyi bilen direnişçilerdendir. Mala Şerefler ve Abdurrahmanê Ali Kürdi bir muhtariyet peşinde koştuğu belirtilmektedir ama, bu muhtariyetin içeriği belirsizdir. Örneğin, Bölge Jandarma Komutanı Yüzbaşı Cemal Madanoğlu’nun kendisiyle yaptığı görüşmede, bu konu hiç konuşulmamış, gündeme gelmemiştir. Abdurrahmanê Ali, teslim olup sürgüne gitmeyi de kabul etmekte, ama,
Dağ KavmiAbdullah Kaya · Avesta Yayınları · 201244 okunma
Puan vermedi·94 syf.··
2020 16. kitabı
·
11 günde okudu
·
Okunma: 26 Kasım 2020 21:19
Mahmud Baksî (1944-2000) , Baksî di sala 1944 de li gundê Suphiyê ku girêdayê Hezo (Kozluk) Batmanê ye, ji dayik dibe. Baksî siyasetmedar, rojnameger û nivîskarekî kurd e. Di sala 1970 de ji ber nivîsên wî dewlet 15 sal ceza jê re dibire, ji bêmecalî Baksî mecbûr dimîne ku derbasî Elmanya bibe. Di sala 1971 de li Swêdê bi cî dibe. Baksî heta niha 22 pirtûk nivîsandiye pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan. Ev roman di sala 1988 de hatiye nivisîn. Lehengên romana Gundikê Dono ev in: Hecî Zorav: Axa yê Gundikê Dono xwediyê gunde. Axayekî bêrehm û zordare. Sê jinên wî hene bi hanîtina Aso dibin çar jinên wî. Bedo: Hêja di zaroktiyê de malbata wî bi tevahî ji aliyê leşkeran ve tên kuştin. Ew jî tê Gundikê Dono Hecî Zorav wî xwedî dike. Aso: Dilketiya Bedo ye. Bi zorê dibe jina Hecî Zorav î çaran. Zibêr: Aqilmendê Hecî Zorav. Ruspiyê gund e. Filîto: Bi zordestî Hecî Zorav hersal çend malan ji gund derdixe, yek jî jê mala Filîto ye. Filîto jî ji bo heyfa xwe bistîne dibe bela serê Hecî Zorav. Gundikê Dono gundikê kalikê Mahmud Baksî ye. Ev berhem jî bi piranî bûyer û serpêhatiyên kalikê wî ne.Nivîskar zilm, zordestiya axa û şexen Kurdistanê ku li gundiyan dikin bi awayekî realîst hûnandiye û wisa ev berhem dirûvê romanê girtiye. Ji ber zilma Hecî Zorav ku li gundiyan dike Zibêr, Filîto û Bedo planekî çêdikin, dihêlin ku Aso bi Hecî Zorav re bizewice. Dixwazin piştî zewacê Aso birevînin û wisa Hecî Zorav bêrûmet bikin û itibara wî di nav gel de nehêlin. Ji ber kirênên Filîto û hevalên wî Hecî Zorav lêşkeran li gund top dike li şopa wan digere. Rojekê ber êvarkî Filîto ji dûr ve tivingê berî Hecî Zorav dide wî dikuje, leşkerek jî Filîto dikuje. Kuştina Hecî Zorav û Filîto zû li nav gel belav dibe. Zibêrê Ehmê di bin şikefta Zirqayê de berê xwe da Çemê Xerzan û dibêje:
Kurdî
Gundikê DonoMahmut Baksi · Lîs Yayınları · 200745 okunma