çîroka min û ya Miho, di yek hevokê de derbas dibe: Ew dilê bê miraz e, ez jî dilê saf. Û niha ew hevoke di jiyana ber min. "EY DILÊ SAF TU NAGIHIJÎ TU MIRAZAN..."
Bextewarê rasteqîn, ne yê digihîje ew tiştê ku tevekê emrê xwe bi hesreta wê kişandî ye, ew mirove ku di kêliya fêhm dike wê bigihîjê, di payeya bextiyariya xwe ya herî bilind de dibêje “Axxx” û dikeve, dimire ye…
Gelek caran digot "Ma ji bo ku em bibin helbestvan, mecbûr e em helbestan binivsînin? Em bixwînin jî dibe. Xwendina wê jî qasî nivisîna wê hêja ye. Jixwe helbest ne ya helbestvan, ya xwîner e."