Her kesî bêriya êşa xwe dikir
Min dixwest ji wan re bibêjim ku xweşikbûna me di êşa me de ye
ku spehîbûna me di birîna me de ye,
ku serfiraziya me di bindestiya me de
ku ciwaniya me di renckêşana me de ye, lêêê,
Birîna te ji gotinan dijwartir e..
Şîniya te ji hemî şîniyan girantir e
Di Êvara Şîna Şîn a çelkuştina te de,
bav û diya min, hevalên min
û şehîdên serîhildana Qamişlokê dihatin bîra min...
Qazî Mihemed û Şêx Seîd û Mele Selîmê Bidlîsî
û Mezlûm Dogan û Ebdul-Melekê şehîd
û Serhedê ewqasî tenik û xwînşêrîn
û Silêmanê Adê yê bêguneh
û şewata birayê min dihatin bîra min..
Kewê te di hembêza Dimdimê de kuştin lê qebqeba wî di hişê Lepzêrîn de ma... Dilê te ji hibra kuştî bû. Dilê te ewrekî birçî bû. Dilê te mertal û çeper û sîwaneya êrîşên berbeyaniya narincî bû. Dilê te, wek gurz û rimên qederê, di goristana dilê min de niştecî bû...