Ji rengê dîlbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
Şefeq dabû di rewzê da
Şefeq da erd û esmanî
Li min dîlber tu astanî
Dixwim sondê bi subhanî
Zuleyxa bû di Misrê da
Tu çêtir ji Zuleyxayê
Nehin wek te di dinyayê
Dixwim sondê bi Ta Ha yê
Minewwerbû di nurê da
Minewwerbû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dîlbera hûrê
Dilê min tîrekê lê da
Li min da tîrekî dijwar
Serê tîrê di dil çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da
Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di hebs û hem zîndanê da
Li baxê min bû zivistan
Ay dilberê dêm gulistan
Çilmisî gul bax û bostan
Wêran ez im mal im xerab
Ay dîlberê qet menale
Feqîyê Teyran êdî kal e
Nexweşekî pir bêhal e
Wêran ez im mal im xirab