Silav hevalno
Lêkolîna min de dibe ku ~spoîler~ hebin, li gor wî bixwînin dûr re nebêjin te negotî:)
Niviskara me Gulîstan Çoban di sala 1982da li Erxanîyê hatî dinyayî. Zewicandî û xwediyê du zarokan e. Niviskar ji ber jin bûna wê bala min kişand, ji ber ku çend heb niviskarên Kurd xwendiyim lê nav wan de qet jin tune bû û mamoste Gulîstan bû an yekemîn. Wê pîroz dikim ji ber qelema wê, qelema wê ya wekî kanîyek mesnewî diherikî. Mamoste gotinek xwe de gotî ku "Ên herî hev tên jin û qelem in û ên herî hev dûr xistin in jî jin û qelem in". Û em dibînin ku mamoste ev tabûyê hilweşandî, ew û qelema xwe bi hev re bextewar in. Xwedê bextewarî ya wan zêde bike, zêde bike ku em jî ji wan re nesîbê xwe bigrin û dilê xwe têr bikin.
Em werin ser pirtûka xwe bêguman haya we Feqiyê Teyran heyin, ew ku bûye Yunus Emre yê Kurda, şaîrên ku av û teyran diaxive. Ew ewqas mezin e ku bûye mijarên stran û helbestan û dengbêjan. Lê nizanim we qet bihîstî evîna wî? Evîna wî û Sînem Xatûnê? Ez bibêjim min nebihîstê bû û ji ber wê hinek aciz bûm ji ber ku em dizanin eşqa Leyla û Mecnûn, Kerem û Asli lê em eşqa ên xwe nizanin û ne eşqek piçûk e jî. Li ser eşqa Feqî û Sînem gelek riwayet heyin lê îro em ê guh bidin momeste Gulîstan. Wê ji bo evîna wan gelek lêkolîn kirê û dawî ya dawî ev pirtûk peyde bûye.
Sînem Xatûn dotmam û bûka Mîr e û Mîr gelek jê hez dike ewqas hez dike kî ji bo na wê qonaxan lê dike. Lê mêrê wê yekî baş dernakeve yekê beradayî ye û jixwe zû jî dimire. Sînem Xatûn jî xwe dide ser îlm û xwendinê. Li pirtûkxaneya qesrê de ji xwe re dixwîne, dixebite. Rojekê deftera Feqiyê Teyran rast lê tê û dixwînî. Kêfa wê helbestê Feqî tê û dibe heyranê wî. Dîsa rojek Feqî cihakek tê û ew û cêrîya xwe ji bo dîtina Feqî dikevin rê. Wexta Sînem Xatûn çav Feqî dikeve ji bo hîsê xwe