Ey dilbera gerdenzer î
Way nazika dêmqemer î
Qamet ji mûma fener î
Wêran ez im, malim xirab
Ew dilbera gerdenletîf
Way nazika qametelîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ez im malim xirab
Ey dilbera qametmîsal
Way nazika dil î hejar
Te j'xandinê kirim betal
Wêran ez im malim xerab
Ez ê Evdal im, Evdalê Zeynikê bûm
Bavê Temo, siwarê Nîjdî bûm
Dengbêjê oda Sirmelî Memed Paşa [ê] teyrê dewletê bûm
Dilê gelek qîz û bûkên xelkê di min de hebûn
Berdevkê mîr û hakiman, çawîşê xortan bûm
Roja îro kor bûme çavê min nabînin
Mame li ber hêt û dîwarên xelkê
Bûme pêkenokê qîz û bûkên Zîlan û Heyderan
Li min wayê, li min wayê!.."
mebêje 'çû, mede dû'
ji Newrozê şerm bik û
ji wî girrê xwe bi xwe yê bi rik
ev rik e... ev dahfik!
veparime
û bipirse ji xwe
ka çi me?
bipirse
ka kî me?
û bipirse
yên ji dûr hatî
an ez im xwediyê van wargeh
û vî welatî? (Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî)