welat

Kinê pezê min bi zozanê bavê te diket wa bi kerenge Lêlê Kinê te kirasê melesî Bi ser bejna xwe berda çima wa heft birenge De ka tê rabî ramûsanê ji xan û manê gerdenê ji boxazê qirikê ji deqa vê aniyê Bi ser can û cesedê min evdalê Xwedê berde Ma ne va ye rêka min dûr e li min dereng e Kina Min
Kurdî
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
bila bo 8 Adarê be
Di awirên wê de gilî, gazind, tika, sîtem, lawa, hêvî, li bergerîn, rica û daxwaz hebûn. Weke ku bixwaze bêje: "Me jinên pepûk û belengaz ji vê qedera teres, ji vî bextê reş xelas bikin. Bi ilm û zanîn şiyar bin û koka nezaniyê biqelînin.Koka nezaniyê biqelînin û me nekin qurban ji yên weke Osoyê qeşmer, beradayî, teres, tiral û bêkêrên pênc qirûş re. Vi halê nemayê bibînin. Vê kevneşopiya rezil biqedînin. Civakê şiyar bikin, şiyar bikin û zana bikin. Zana bikin û ehlaqekî bi wijdan têxin dilê civaka hetikî... Civaka hetiki, civaka ketî, civaka ji xwedûrketî... Qeyd û bendên dest û lingên me vekin. Zordarî û koteka ser me rakin. Em jin in, em jîn in, em jiyan in. Em şaraza, dewlemend û heftreng in. Vê zulmetê vê tariyê ji ser me rakin. Da ku hûn karibin rengê me bibînin û dengê me bibihîzin..."
Kurdî
Şan û mezinahî bi te dikeve Welatê delal û abadîn Şan şeref bi wan dikeve Yên ku qurbana te bûne Di nav ax û xwînê de... Vîctor Hûgo
Kurdî
Jin bê xwedî har dibin, mêr bê xwedî jar dibin.
Kurdî
Dil dilan divê, dil valahiyan navê. Dil eşq û evîn divê.
Kurdî