📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Dixwazin em rih û mejîyê xwe teslîmî wan bikin. Hîn projeya sedsal berê dimeşînin, projeya ku digot em ê hemû misilmanan bikin tirk. Ew bi dû rihê me ketine. Kesî doza rihê cihûyan nekir. Ew her tim cihû bûn û wek cihû man. Ti kesî, li ti ciyî ji cihûyan re negot bibin alman. Lê vê yekê ji me dixwazin. Dixwazin, em xwe înkar bikin. Dixwazin, em ziman ji nav devê xwe hilbiqetînin û bavêjin. Dixwazin, em dê û bavê xwe ji bîr bikin. Dixwazin, rihê me ji nav laşê me derxin û rihekî din, berdin nava canê me. Dixwazin, em bibin robot, robotekî ku bi tenê li gorî fermanên wan tevdigere.