Jixwe wekî dî ma makyaj ji bo çi ye..? Ma ne veşartiya rastiyan e..? Wê neqlê min xwest bi derdên hejdeh salan re, êşên li ser rûyên xwe jî bi makyaj ê binixûmînim-veşêrim.
Min dixwest zû bi zû benê pereşûta xwe bikşînim û ji valahiyekê, xwe berdime nav zozanên êmînahiyekê. Ez ji odê derketim, min berê xwe da ber bi deriyê azadiyê ve...