(buhurîn ji rehên min siwarên çirîsk polayî û hiştin li dû xwe dengên nalan wek xenêyekê,)
şiyar bûm bi dengê behrê
alîyekî min xwêdandayî bi bayên çiyê -xeyalên min-
alîyekî min bagera behra spî ew aklîm- mumkun e ev?
min tu bi bîr anî helbet
a rast bi te şiyar bûm
-hilma rojhilatê'y buxûrî, nîvê şevekê, li behra spî, di bêhnvedane-ke havînî de, xew li min herimand, ez hiştim bi tena serê xwe tevî sûretê te-
ta sibehê nekariyam razêm