Edip Yaman

Edip Yaman
@Yamanedip
Dîtin û gotin, nabe yek.
20 okur puanı
Haziran 2022 tarihinde katıldı
XEZAL DÎNÊ - Dengbêj Şakiro
Dîlber dînê sibe bû ez xezal im ax lo rebeno lo narim deştê li minê, gidi kembera zêr û zîvîn giran e ji eşqa dilê rezîl qêmiş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî, hewû zalimê gilî gazin û loma ji mi neke mi sond xwari sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wi lo ji teniștê bê xezal hayê hê hê hê hê yê ye bi, gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê Xezal dînê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê kesekê xwedanê xêra tunini cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji şîr û şekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî, gelî gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirim hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû hûn ji bona Xwedê şahde bin vê sibengê xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Kurdî
Naxwazim -Hozan Hemido
Êdî naxwazim te bibînim Hesnakem tu bê bîra min Te agir berda dilê min Tu nizanî ez dizanim
Kurdî
Şev çû - Aram Tigran
Dilê min jî te dixwazê bibîne Ti bi dûr ketî çavê min te nabîne Çima roja eşqa hevqa kin bûne Lê ev şîna dil jî her tim namîne
Kurdî
Gulîzer -Şivan Perwer
Dibêjin gul nexweş e wey gulîzeram Dibêjin gul nexweş e wey gul ez bimrim Rebenê bi bextê reş e Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min gla zer e wey gulazerê Gula min gula zer e wey gulîzeram Ber çavêm here û were Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min bê evîn e wey gulevînê Gula min bê evîn e wey gulevînê Ez bûm Mem ew bû Zînê Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar
Kurdî