Yüsraaa

Dinya êdî wekî qefeseke teng li ser rihê mirov girtiye. Tu li ku derê binerî, tu li kîjan alî bimeşî, tu rastî dîwarekî sar û bêrih têyî. Ev dinya, ku berê bi dengê zarokan, bi parvekirina nan û bi samîmiyeta cîrantiyê dihat naskirin, niha bûye wekî çoleke bêdawî û bêdeng. Lê ya herî giran ne ev bêdengî ye, ya herî giran ew e ku her kes di nav vê qelebalixiyê de tenê ye, bêkes e û ji hev biyanî ye. ​Mirov êdî ne wekî mirovên berê ne. Her kesî maskeyek li rûyê xwe kiriye û di pişt wan maskeyan de hesabên tarî û berjewendiyên piçûk veşartine. Gava tu li çavên yekî dinêrî, tu êdî ronahiya dostaniyê nabînî; tu tenê sîbera gumanê u sarbûna xerîbiya sedsalê dibînî. Kes naxwaze derdê kesî bibîstîne, kes naxwaze bibe merhema birîna kesî. Peyvên 'em' û 'me'hatine jibîrkirin, tenê 'ez' û 'ya min' maye. Ev xweperestiya ku wekî jehrê di nav rehên civakê de belav bûye, her tiştê pîroz û bedew xera kiriye. ​Em di serdemekê de ne ku derew wekî rastiyê tê firotin û rastî jî wekî gunehekî tê veşartin. Dilên ku berê bi evînê û bi merhametê lê didan, niha bûne wekî kevirên reş. Ma mirov çawa dikare di nav vê tariyê de nefesê bistîne? Ma mirov çawa dikare li rûyê van mirovan binerî ku her yek ji wan bûye gurê yê din? Ne hurmeta mezinan maye, ne jî parastina piçûkan. Her tişt bûye wekî bazarekê; hêsirên çavan, êşên giran û heta dîn û bawerî jî bûne amûrên bazirganiyê. ​Gava mirov li van kolanên qelebalix dimeşe, hîs dike ku her gava wî di nava valahiyê de diçe. Ev dinya êdî ne cihê manê ye, cihê xerîbiya herî kûr e. Kesên ku hîna dilê wan paqij maye, kesên ku hîna bi bihayê merivahiyê dizanin, di vê dinyayê de wekî penaberan dijîn. Rihê me birîndar e, xeyalên me hatine kuştin û hêviyên me di bin barê vê bêwijdaniyê de pelçiqîne.
Kurdî
Yüsraaa
Bî rastî jî ev rewşa nîha te gellekî xwêş nîvîsandîya .lî ser ruyê herkesî maskek heye,mîrov gelekîn le dilgermî nîna.Deste te sax be 👏
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Hema du-sê roj berê bû, li şantiyê qiyamet rabûbû. Betonê tavanê dihat rijandin, pompa dinaliya û mîkser li dû hev dihatin. Ger beton hinekî bisekiniya, dê hişk bibûya û hemû karê me yê wê rojê xira bibûya. Stres li ser serê min wekî çiyayê Araratê bû, min tenê dixwest ku kar bimeşe û xelas bibe. ​Di nav wî qelebalixî û qirînê de, min dît ku Xanima ÎSG'ê hêdî hêdî ber bi min ve tê. Kaxiz û pênûsa wê di dest de bû, li ber guhê min qîriya û got: ​"Şef, fîlan usta baretê xwe berepajî xistiye serê xwe, wekî rapçiyan xuya dike! Yê din jî rengê baretê wî û kincên wî li hev nayên. Ev li dijî rêbazan e!" Maşallah, bêyî ku nefes bistîne, sed tiştî li dû hev rêz kir. ​Min li betonê nêrî ku diherikî, min li xanimê nêrî ku li pey modaya baretan bû. Min go: " Xanimê, kar sekiniye, beton dê bibe kevir, tu behsa çi dikî!" ​Tam di wê kêliyê de, li aliyekî operatorê pompê qîriya "Şef beton diqede!" li aliyê din hosta gazî kir "Şef kalip diheje!" Xanima ÎSG'ê jî li ser serê min kaxiz hejand û got "Şef daxuyaniya min hîna xelas nenuwazeye!" Min baretê xwe ji serê xwe girt, min li ezmûn nêrî û hundurê xwe de got: "Ez ê herim kîjanî? Ma ez ê bigihîjim betonê, ma ez ê bigihîjim kalip, an ez ê bigihîjim derdê te û baretên te?! ÎSG bela ne bela!
Kurdî
Yüsraaa
Ayyy ez jî kena mirim 😅 Xwedê sebrê bide