Zembîlfroş

Zembîlfroş
@Zembilfross
Kê mir, ji kîsê xwe çû
Rehber öğretmen
Mardin
Iğdır, 12 Aralık
92 okur puanı
Şubat 2020 tarihinde katıldı
Puan vermedi·184 syf.··
2021 10. kitabı
Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." destpêdike. Serlehengê romanê Las, panzdeh salan piştî windabûna xwe vedigere tê mala xwe. Pêşiya çûyînê bi dotmama xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye.Lê Las dide pey daw û doza xwe , dide pey ideolojiya xwe û diçe. Gava artêşa rûsan bajêr vala dike û artêşa Şahî dîsa tê bajar dagîr dike, Las jî mîna gelek kesan winda dibe. Devî devî çar salan tu xeberek jê dernayê, wer dizanin (xêncî dayê Gulê) êdî Las miriye, jina wî Xanzad û birayê wî Ferxe dizewicin. Çiroka romanê bi vî halî ye roman bi awayeke meraqdar xwe dide xwendinê . Nivîskar wusa behsa lehengan dike ku mirov nikare tu lehengekî jî suckar bike. Gava tu hewl didî yekî tawanbar bibînî nivîskar demildest besha sedemên wan dike û te disekinîne . Ne dayê Gulê , ne Wisû axa , ne Las ne Xanzad û ne jî Ferxe suckar dikim bi ya min çiroka hemûyan lihevaliyayî bû . Romaneke zehf xweş bû çîrok û honandina çîrokê gelekî bandor li ser min hîşt , ez bi lehengan berxwe ketim û ni wan re şa bûm (zêde şabûn tunnebe jî ) . Tekane tiştê xweşa min neçû wergera vê romanê bû. Ji soranî wergerandine kurmancî lê xwendina wî zehmet bû û gelek biwêj û peyv û hevok li min biyanî dihatin. Dîsa jî pirtûk bû gula pirtûkxana min .
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201210 okunma
Saet te xweş heyran. Di warê wergerêde li vir heya mala Xwedê mafdarî. Hevokên wusa kompleks hebûn. Kesê nedî dê bêje ne Kurmanciye.
Sax bî 🙏
Edebiyatın En Tatlı Eşleşmeleri!
Peki ya sizin favori kitabınız hangi tatlı olurdu?
Puan vermedi·102 syf.··
2021 18. kitabı
Pirtûk ji me re behsa sedsala 20’an dike . Wekî kitêba “şivanê kurmanca “ qala zilm û zora axa û begleran dike. Lê vê carê navê serleheng ne Ereb Şemo ye , Morof e.Peşkekî jî dişibe pirtûka “înce memed”. Li aliyekî besha şoreşa Bolşevîkan tê kirinê û aliyeki jî axa zordestiya xwe li ser xulam û gundiyan zêdedikin .Morof ji ber zilma axayekî direve û dikeve ber zilma axayekî din. Dengê morof zehf xweş e û xwe jî xortekî zehf cindî ye . Ji ber vê pir dikeve çavan û axa dixwaze wî bike dengbêjê xwe . Morof ji tirsa axa neçar diminîne dibe dengbêjê axê û li civat, şevbuhêrk û di lacên dengbêjan de qira dengbêjan dîne kesî efû nake :) ji ber wê dilê keçên gundî dikeve wî û dilê qîza axê jî . Li aliyekî jî axa kembera zorê dişîdîne li ser gundiyan êdî morof vê zilmê qebûl nake û planekî datînin û gundî tev direvin êrmenîstanê , xwe xelas dikin.
MorofElıyê Evdılrehman · Lîs Yayınları · 201211 okunma
Mala te dubare dubare ava. Bi rastî nirxandinê te pir serkeftinê. Tu her hebî. Min Eliyê Evdilrehman xwandiye li Morof na. Ji ber wê ez ê ser nivîskar herim :) serî de İnce Mehmed a kekê Yaşar 1955 Şivanê Kurmanca 1835 de çapbûye. Şibandina van her sê nivîskarê normale ber ku hemî jî xelkê heman axêne derd û kulên wan, nêrîn û çavdêriyên wan yek e. Eliyê Evdilrehman
Şer Li Çiya
Şer Li Çiya
de bêtir devokî û bêtir ser hûrgilîyên zargotinê sekinîye. Yanê dûre Standardê ye.
Erê , ji xwe ez kitêbên durî standartê hez dikim
Puan vermedi·336 syf.··
2021 21. kitabı
Kitêb, ji ewropa bigire heta fîlîstîn , afrika afganistan, korea, hawaî, amerîka û hwd.. gelek lêkolînên li ser tevgerên jinan dihewîne. Lois A. West di vê berhemê de devî devî 13 xebatên li ser tekoşîna jinan berhev kiriye. Di Pirtûkê de meriv bersîvên gelek pirsan dibîne mînak : jinên kêderê bo mafê xwe çi kirine ? Herî zêde tevgera jinan li ku hatiye çewisandin? Tekoşîna jinan li her derî wekî hev dimeşe an faktorên erdnîgarî û civakî li ser tekoşînê bandor dike ? Mesela dîn û cîvaka bavsalar çi astengiyê derdixe hemberî jinan , tekoşîna jinên ewropayê zehmet e an yên rojhilata navîn. Di navbera netewperwerî û femînîzmê de girêkên çawa hene ? Jin dikarin bibin hem femînist û hem jî netewperwer? Di dîrokê de jinên ku derê ev herdû têgih li ba xwe hewandine ? Bo xelazbûn û azadbûna gelê xwe jinan li ku derê, çi kiriye? Gelo netewperwerî femînizmê saz dike yan rewş lap berovajî ye ? Balkêş e, mirov dibîne hemû rejîmên zordest û faşîst ji heman pencerê li jinan dinêrin. Ne tenê Faşîtên wekî Franco , Mussolonî û Hîtler , totalîter li ku hebin hemû jî jinan wekî bafriqeya zarokan dibînin û hepsê malê dikin bo xizmeta “mêr û kurên xurt” bikin û wan ji dewletê re hazir bikin. Her çiqas mîna berhemeka berhevkirî û akademîk xûya bike jî wergera wê ez newestandim. Fahrîye Adsay wekî wergera “dewleta cihûyan - T. Herzl” wergereke zelal pêkanîye û ev berhem kiriye kîsê kurmanciyê.
Neteweperweriya FeministLois A. West · Avesta Yayınları · 20214 okunma
Mala te ava heyran 💐Ezê jî demek kurt da vê pirtûkê bixwînim. Ka ez dikarim bibim jinek netewperwer û femînîst. :)
Spas :)
Puan vermedi·155 syf.··
2020 126. kitabı
Kurmancên kesîb , şer - kurmancên kesîb romana yekem - kurmancên kesîb ,Ûris - kurmancên kesîb , bolşevîk - kurmancên kesîb , şivantî gavantî - kurmancên kesîb axa û beg- kurmancên kesîb , serma û bager, xulamtî rênçberî feqîrî - kurmancên kesîb kesîb û kesîb
Şivanê KurmancaEreb Şemo · Lis Yayınları · 2019136 okunma
Heyra te çima wa nirxandiye?
Ma derew e ?