1923, damezrandina Komara Tirkiyê. 1925, serhildana kurdan. Pêşewa Şêx Seîde Piranî. Biserneketin, şikestin. Yan ji biserketina tirkan. Girtixana Diyarbekirê. Disan herdu pismam bi hev re.Û rêberên kurdan. Siya sêdaran. Nefesa Ruhsitîn li ser stû. Loriya zarokan. Hawara jinan.
- Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye.