Piştî ku em qederekê derin, ez cehê xwe derdixim û heb bi heb bi teyrê xwe didim xwarin. Bi zorê dadiqurtîne. Teyrê min î tawis bi xwarina her hebê re çavên wî fire dibe, hêsir dike û li min dinere.
A ku ew dixwe ne ceh e, êşa min e.🦚
Me ji bo şîrê welatan, ji bo hingivê dîrokan serî hilda... Me ji bo sarincan, ji bo ekla xunavan serî hilda... Me ji bo kulavê şivanan, ji bo şîlanê berbangan serî hilda... Me ji bo şîva gêrîkan, ji bo şerefa keviran serî hilda...
Mirov çawa ji bo zimanekî ku ew jê re dibêjin "tune" dikare hinekan bukuje?! Madem ew ziman tuneye ew çawa pê peyivîye? Heger pê peyivîbe ew ziman çawa tuneye?!
Ez naxwazim dê û bavê zaroka bimirin û hundirê sewîyan mîna qenala suweyşê qûl bibe û xwîn biherike. Mirin ji bo min qîrqîra çukan e, çukên mirî, perîkên ruçikî û li erdê xwîneke qusyayî ye. Wê roj ê dinya tarî ye tavê xwe li jor genî kiriye. Mirin dila diqefilîne, bêhnan diçikîne. Ez gilgamêşekî nû me ezê mirinê bikim mûze..
Ez her tim xew de pinpinîkan dibînim ku baskên wan hatine rakirin. Li ser dar û kulîlkan digrîn. Lê ev pinpinîk ne bi tenê ji bo ku baskên wan tune ne û nikarin bifirin, digirîn;
Ji ber kû bê bask pir nexweşik in û dişibin kêzikan, digirîn..