Sema

Sema
@_Amara__
Dem guheriye Janya/ Ji tovên hezkirinê êş şîn dibin êdî.𓃵
Mirov çawa ji bo zimanekî ku ew jê re dibêjin "tune" dikare hinekan bukuje?! Madem ew ziman tuneye ew çawa pê peyivîye? Heger pê peyivîbe ew ziman çawa tuneye?!
Reklam
Ez naxwazim dê û bavê zaroka bimirin û hundirê sewîyan mîna qenala suweyşê qûl bibe û xwîn biherike. Mirin ji bo min qîrqîra çukan e, çukên mirî, perîkên ruçikî û li erdê xwîneke qusyayî ye. Wê roj ê dinya tarî ye tavê xwe li jor genî kiriye. Mirin dila diqefilîne, bêhnan diçikîne. Ez gilgamêşekî nû me ezê mirinê bikim mûze..
Ez her tim xew de pinpinîkan dibînim ku baskên wan hatine rakirin. Li ser dar û kulîlkan digrîn. Lê ev pinpinîk ne bi tenê ji bo ku baskên wan tune ne û nikarin bifirin, digirîn; Ji ber kû bê bask pir nexweşik in û dişibin kêzikan, digirîn..
Ez hatim ku li ezmanê te, li kevokên te, li stêrkên te xwedî derkevim. Gava em di ruhê xwede hertim xwedî bin em ê bi ser bikevin û ew ê têk biçin..
"Ez agir berdim bêndera kîjan berfê, Yadê!? Ez bi devên kîjan felekê de birîm, Yadê?! Ez mîneta kîjan xwedayî deynim derê hanê?! Ez bi kîjan çolê kevim, Yadê?! Ez bi kîjan kevirî vê çîpê bieciqînim û bikim goştê ecînê?! Ax yadê, çima ez jî wek herkesî nikarim bimeşim, yadê?! Çima teyrê tawis qop ma yadê?!" Ca min bi min re digrî û dibêje: 'Dibe ku teyrê tawis qop mabe lê dîsa jî ji her tiştî û her kesî hezar carî xweşiktire'..