Sema

Sema
@_Amara__
Dem guheriye Janya/ Ji tovên hezkirinê êş şîn dibin êdî.𓃵
Bi tenê teyrê tawis ji min fam dike û ji bo min xwe bi girî dikuje. Hindik maye kû ji sûretê xwe derkeve û were bi her du baskên xwe min hembêz bike..
Reklam
Çer ku çav li min dikeve çeng dibe ser xwe, tê pêşîya min, dibêjê: 'Mûsa, Mûsa, îşale tu vê carê destvala nehatibî!? Ka te jîyana min anî, yan na!? Gava dengê qîzikê tê min ez terki dînya dibim. Ez dibim teyr. Ez direvim têm xwelîya koxika mala xwe li serê xwe dikim. "Min ji bajarekî hezkir bu dojeh, min ji keçikekê hezkir bû şivana agir.
Min digot qêy bi hatina bavê min wê êşa min here, 'te dî carna mirov bê hemdî xwe dide benda baranê, xwe dide benda sersalê, xwe dide benda berfê, yan jî zayîna pezekî... lê her kû çû birîna min sar bu û êşa min bu ji malê..𓃵🦚
Ne sûcê te ye Ne sûcê te ye Ew mîratê kewan li me nehatin Li çiyayê Şengalê, Komek xenzîr Teyrê tawiz ji xwe re biraştiye Perîkên wî digirîn li dewsê Tu hogirî van perîkan Hebhinarka min delal..
"Ez digirîm. Ca min destê xwe di serê min dide. Gava ca min destê xwe di serê min dide, wek bihar hatibe serê min kulîlk dibişkuve. Ez digirîm. Bîna biharê tê ji bîra min. Min daye dû ca xwe û min jî wek wê dawa xwe hilkirîye, kêrên me di destê me de, em li çolê li tolik û strîzerkê digerin. Ez digirîm. Ca min qîvarekî diqeşêre û dide min. Ez BAZ DIDIM, derim ji bin keviran kurmikekî rengîn î biçûçik jê re tînim û bera kefa destê wê didim. Ez digirîm. Şekirok û xalxalok li dû min dimînin. Dawa me mişt giya û pincar em ji çolê vedigerin. Ez digirîm şolikên ku min ji çolê anîne, ez baqekî... bi bizinan didim xwarin. Bizin tilîyê min di devê xwe şil dikin. Ez digirîm: 'Yadê çima bihar nayê!?'..."
Reklam