Tirk bi ser gundên Mermend û
Meydanê da digre. Xelkên herdu gundan tev da dicivîne ser hev, jê heşt heb* mezin dibijêre, dest û lingên wan girêdidan. Du beroşên mezin tijî av dikin û didin ser agir. Dema av bi kel dikeve, va her heşt mezinan lingên wan davêjine paş serên wan û yek bi yek davêjine nav ava keldayî; heya tê da dikelin. Paşê cendekên kelî davêjin ser sergoyan û nahêlin ku xwedî wan veşêrin. Berî ku wan bavêjin nav ava kelî, ji wan ra dibêjin:
-Hûnê cardin nan bidin Nûh begê?.
Gundiyên reben dibêjin:
-Em feqîr in, tifingên me nîn in. Nûh beg tevî sed mêrî hat û bi zor nan ji me stand. Ma me dikaribû nedanayê!..
Bê bavê alay qumandar holê li wan vedigerrîne:
-Erê em dizanin ku we bê hemdê xwe nan da Nûh begê. Lê ji bo ku tu Kurdên din nên nedin şerrkeran, divê em we bi vî awayî bikujin.