Dibêjin: gava şer qediybû, cendekên zabitên Tirkan û mêrxasên Kurdan ji bo şûştin û kefenkirinê danîn ber hev. Di nava kuştiyên Kurdan da cendekên sê kurrên Hesenê Pûrto hebûn, ku bê wan tu kurrên wî tinnebûn. Dema mela dest bi şûştina kuştiyan dike. Hesenê Pûrto jî li diyarê cendekan qelûna xwe dadigre û lingên xwe dide ser hev bi dilekî xurt û behneke fireh qelûna xwe dikêşê û di bin killorên dûyê qelûnê ra li cendekên her sê kurrên xwe û zabit û qumandarên Tirk dinhêrre. Wê hingê diya wan her sê kurrên Hesen ên kuştî tê û bi ser kurrên xwe da digirî. Gava Hesen giriyê jina xwe dibîne, dibêje:
-Jinik, ji kurrên xwe ra megirî, kurrên te îro, ne ên girînê ne. Ji min ra bigirî ku, nizam di roja kuştina min da jî, wek kurrên te cendekên zabit û qumandarên Tirkan dê di rex min da hebin an na?!