Yıl, 1918... Kış erken inmiş bu sene Anadolu'ya.. Sert inmiş, acımasız inmiş.. Anadolu çaresiz!.. Anadolu yasta! Anadolu içler acısı haline ağlamakta!..
Sayfa 85
XEZAL DÎNÊ Dîlber dînê sibe bû ez xezal im ax lo rebeno lo narim deştê li minê, gidî kembera zêr û zîvî giran e ji eşqa dilê rezîl qêmîş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî, hewû zalimê gilî gazin û loma ji mi neke mi sond xwarî sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji teniștê bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi, gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê Xezal dinê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji șîr û șekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî gelî gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirin hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû hûn ji bona Xwedê șahde bin vê sibengê xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Sayfa 243 - NûbiharKitabı okuyor
Reklam
"Esmerê te çıma bırinè mın herışand, derd û qulè dılemın tewa rakır... "
Sayfa 146 - NúbiharKitabı okudu
TÊLÎ
Gidîno gava ez dimirim bibêjin Têlî Ez dişuştim bibêjin Têlî Kefen dikirim bibêjin Têlî Serê min dane ber tawan û şidêdan bibêjin Têlî Dame ser daran û darbesta bibêjin Têlî Bi rê xistin bibêjin Têlî Berê min dane qebr û qebristanê bibêjin Têlî Danîme qebra reş û tarî bibêjin Têlî Suwala akir nekir da bibêjin Têlî Tijî li ser çavê min axa sar dikirin bibêjin Têlî Pişta xwe bi min da dikirin bêjin qîza 14 salî, bûka rûbixêlî Heft salî da berdilka dilê min bû Tozek axa sar ra bû berdêlî
Rûpel 199
Go delalîyo bihîstina min bihîstîye Tu li dû şêx û mela digerî. Qedera ku Xweda li jor neke Li jêrê bi kaxizê şêx û mela nabî serî
RIZGAN Û NURÊ
(Nûrê bangî Rizgan dike) Qoçanê birayê min rabiye ranebiye heftsaliya xwe da sekvan e şopê digerîne îzê tîne ser me ez ê rabim xwe berdime pêşiya Qoço bêjim: Qoço bi te kim, tu yê bi xwedê kî derbekî li bedena Rizgo nexîne Rizgo lawê apê te ye, yekê heyf e min tenya sacê li rûyê xwe daye bi destê zorê Rizgo aniye tu derbekî li bedena min gulîbira xwedê bixîne nav hevalan da ji te ra him nav e, him namûs e, ne tu şerm e..
r.174
Reklam
265 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.