Dêma min di kefa destê min de dihele ber bi coya okyanûsa evîna te
Bijangên terrikî mazûvaniya hêsirên hespan dikin di dewreke berê de
Pêsîrên çiyê bi xwîna nûciwanên kedkar dikele ji ber aşitiya qasidên postmodern
Rojê deh caran tesbîhata pesnên te dikin zimanê sofiyên meyxaneyên li qeraxa zemên hatine jibîrkirin
Şevan nahesibînim jixwe
Dara hêviyê li ser rana ferîştehên sikakan hatiye xêzkirin
Bayê kur ji devekî bêdiran difûre
Lûtkeya memikên nûbûtikî dialêse li qada gerdûnên dualîst
Û dêma min hê jî diherike
Evînê dikim boxçeya qereçiyeke deqdeqî û li welatên cê bo cê digerînim di pişta xwe de